Albûma Azad Bedran “Vegerîn” bi du stranên nû berdewam dike. Di 10ê Mijdara 2026an de strana ku navê xwe dide albûmê, “Vegerîn (Cano)”, li YouTubeê derket. Gotin û muzîk ji Mamoste Sedran in, aranje ji Roni Aran e, derhêner Ozan Kızılkar e.

Di 20ê Mijdarê de jî “Gulperîya Zozanan” derket. Gotinên stranê ji Berîvan Zînzal in, muzîka wê ji Azad Bedran bi xwe ye, aranje ji Serkan Tanık e û derhênerê klîbê Gio Matsukatov e.

Hemû stranên albûmê yên ku heta niha derketine li ser rûpela muzîkê ne.