Strana çaremîn a albûma nû ya Azad Bedran “Vegerîn” – “Kes pê Nizane” – di 2yê Mijdara 2026an de li YouTubeê derket. Gotin û muzîka stranê ya mamosteyê hunerî û hevalê hêja Rezan Koç e, aranje ya Serkan Tanık e.

Azad dibêje: “Em bi mamoste Rezan re gelek stran çêkirine. Hestê xwe yê xweş û ji xwe, vê carê jî bi ‘Vegerîn’ re dan albûmê me. Spas û rêz ji mamoste Rezan Koç re.”

Stranên albûmê yên ku heta niha derketine: 1. “Şam Şekire”, 2. “Ax Welat”, 3. “Tu Gulaminî”, 4. “Kes pê Nizane”. Hemû bi lînkên YouTubeê li ser rûpela muzîkê ne.