Azad Bedran

Azad Bedran

Azad Bedran li navçeya Sîweregê ya girêdayî bajarê Rihayê hatîye dinê. Dibistana seretayî li "Diyarbakır Nazime Tatlıcı İlkokulu"yê û ya amadeyîyê jî li "İMKB Kayapınar Lisesi"yê xwendîye. Di deh salîya xwe da li "Fırat Kültür Merkezi"yê dest bi perwerdehîya xwe ya sazê kiriye û tev li koma zarokan a bi navê "Koma Kukîlkên Me" bûye. Piştî salan, di nava Koma Nûjîyan da cîh girtîye. Bi Koma Nûjîyan re beşdarî gelek konsert, şahî û festîvalan dibe lê ji ber hin sedeman kom xwe difeşkilîne. Ji ber wê, Azad Bedran di sala 2016an da albûma xwe ya yekem a solo bi navê "Rêwîyên Şad" di bin banê "Kom Muzîk"ê da weşandîye. Piştre, gelek berhemên sîngil weşandîye û ji bo taximên werzîşê jî (Amedspor, Cizrespor) stran çêkirine. Hevserokê kevin ê HDPyê Selahattin Demirtaş ji hepsa Edirneyê, jê re besteya bi navê "Aç Kaldık Özgürlüğe" şandîye û Azad Bedran ev berhema jî strandîye. Her wiha Azad Bedran dikare gelek enstrûmanan lê bide. Bi stranên "Zindan" û "Ez Nisêbîn Tu Qamişlo" ve ku di sala 2019an da weşandibû di "Youtube"ê da serkeftineke baş bi dest xistîye. Bi mîlyonan hatine temaşekirin. Aniha jî bi albûma xwe ya "Evîna Azad" li pêşberî guhdarên xwe ye.

Azad Bedran

Zindan

Azad Bedran

Evîna Azad

Selahattin Demirtaş & Azad Bedran

Aç Kaldık Özgürlüğe